“Bi wê k’êlmê me neh’îyêda t’oprax seva CE û Arsaxê vekir, çimkî bi t’emamîya pêvajoya dewra berêye hevr’axeverdana Ermenîstan û Arsax ij t’opraxa sîasîyê, dîwannasîyê me’rimbibûn. Em seva xweykirina dewleta Ermenîstanê û Arsaxê r’ê vedkin”,- bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- wexta k’êlma CM-êdaye xitimkirinêda P’aþînyan binxetkir.
Bi t’esîra serekwezîr- hinek xwezilîya xwe tînin, wekî cime’ta Qerebiag’ê r’okê zû derk’eve.
“Na, cime’ta Qerebag’ê ij Qerebag’ê gere dernek’eve. Cime’ta Qerebag’ê gere Qerebag’êda bijî, Qerebag’êda gere heq, azayî, r’ewþa cime’ta Qerebag’ê hevin. Cime’ta Qerebag’ê Qerebag’êda gere qerebag’îve, arsaxî û ermenîve. Gilî derheqa vê yekêdaye”,- P’aþînyan da k’ivþê.
Serekwezîr da k’ivþê, wekî þêr’da qölixçîyê e’skerîyê seva wê hatne köþtinê, wekî seva Qerebag’ê û Ermenîstanê bergeh veve.
“Me r’ê vekirîye, wekî em cime’ta xwe ij r’ewþa berxa qöribanê derxin”,- P’aþînyan binxetkir.