
Rosavîatsîa bo cara heştemîn girtina 11 firokexaneyên li başûrê Rûsyayê dirêj kir, vê carê heta 19ê Nîsanê saet 03:45 bi dema Moskovayê. Ji 24ê Sibatê ve seferên wan balafirgehan hatine qedexekirin.
Berfirehkirina qedexeya firînê li balafirgehên Anapa, Bêlgorod, Bryansk, Voronêյ, Gêlendjîk, Krasnodar, Kursk, Lîpetsk, Donî Rostov, Sîmferopol û Elîsta hate kirin
Ji rêwiyan re telîmat hatiye dayîn ku bi rêya balafirgehên Soçî, Volgograd, Mîneralnîe Vodî, Stavropol û Moskowê xwe bigihînin van bajaran. Balafirgehên din ên rûsî normal dixebitin, Rosavîatsîa ragihand, Interfax nivîsî.