PoliticsTop

Dawid Babayan: Koma Mînskê ra vê gavê tu alternatîfek tine ye, hatiye cemidandin, lê ji holê ranebûye

Koma Mînskê ya OSCE yekane platforma çareserkirina piras Qerebaxê ye, ji bo ku alternatîf hebin divê platformên ku ji aliyê her kesî ve bên qebûlkirin hebin. Di axaftina xwe ya bi Sputnik Ermenîstanê re Wezîrê Karên Derve yê Artsaxê Davît Babayan nêrînek wiha anî ziman.

“Hê zû ye ku mirov bêje ka dê çi geşedan çêbibin, dê çarenûsa Koma Mînskê çawa be, lê bi qasî ku em dibînin, wan hê dev ji wê tedbîrê bernedaye. Belê, hate gotin ku xebatên Koma Minskê tên cemidandin, lê ez bawer nakim ku ew ji holê rabe û betal bibe. Ji ber ku eger daxwazeke wiha li welatên hevserokan çêbibe divê pêvajo bi prosedureke din were meşandin”: got Babayan

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov 8ê Nîsanê di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re ragihandibû, ku Amerîka û Fransa yên endamên Koma Mînskê ya OSCE nê, red dikin ku di pirsa Qerebaxê de bi Rûsyayê re hevkariyê bikin.

Davît Babayan anî ziman ku ti kesî negotiye ku Koma Mînskê ya OSCE tê hilweşandin, ev faktoreke muhtemel e. Bi tenê, ku têkiliyên Rûsya-Rojava tengezar in, çalakiya strukturê ji bo demkî cemidandiye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button