
19e Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Êrîvanê ya “Zerdala Zêrîn” îsal di navbera 10-17 Tîrmehê de tê lidarxistin. Festîvala Fîlman a Navneteweyî îsal dê fîlmên ji welatên cihê yên cîhanê û her wiha ji festîvalên herî bi prestîj ên fîlman pêşkêşî raya giştî bike. Ofîsa çapemeniyê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Êrîvanê ya “Zerdala Zêrîn” ragihand.
Di sala 2004an de li Yêrêvanê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zerdala Zêrîn hat sazkirin. Xewnek bû, ramanek ku di hişê sê kesan de çêbû. Ev kes ev in: derhênerê sînemayê, rêveberê giştî yê festîvalê Harûtyûn Xaçatryan, rexnegirê sînemayê, rêveberê bernameya festîvalê Mîkaêl Stamboltsyan, rexnegirê sînemayê, rêvebera hunerî ya festîvalê Sûsanna Harûtyûnyan.