PoliticsTop

Serokwezîr Paşînyan bi Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê xeverda

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê xeverda

Nîkol Paşînyan derbarê encamên hevdîtina bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv re ku di 6ê Nîsanê de bi navbeynkariya Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel hat kirin, agahî da Serokomarê Rûsyayê.

Di xeverdanê de li ser peymanên îmzekirina peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re û destpêkirina xebatên veqetandina sînoran hatin gotûbêjkirin. Serokê Federasyona Rûsyayê amadeyiya xwe ji bo piştgiriya tam a van pêvajoyan nîşan da.

Di civînê de behsa ketina yekîneyên Azerbaycanê bo herêma berpirsiyariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Qerebaxê hat kirin. Serokwezîr Paşînyan bendewariya aliyên Ermenî anî ziman ku hêzên aştîparêz yên Rûsî tedbîrên berbiçav werdigirin ji bo misogerkirina vekişîna yekîneyên Azerbaycanê.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê û Serokê Federasyona Rûsyayê li ser mijarên hevkariyên aborî yên di navbera her du welatan de xeverdan û li hev kirin ku di serdana fermî ya Nîkol Paşînyan a 19ê Nîsanê ya Rûsyayê de ev mijar bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button