CultureTop

Roza Lî, ku di pêşbirka strana Eurovîsîonê de Ermenîstanê temsîl dike, li Îsraîlê stran got

Cara yekem, Roza Lî strana xwe ya “Snap” bi zindî ji bo temaşevanên pêşbirkê pêşkêş kir. Di 7ê Nîsanê de, stranbêj Roza Lî, ku Ermenîstanê di “Eurovîsîon 2022” de temsîl dike, di çarçoveya kampanyaya beriya Eurovîsîonê ya li Îsraîlê “Israel Calling-2022” de stran got.

Vîdyoya Roza Lî li ser rûpela fermî ya Youtube ya pêşbirkê hate weşandin.

“Israel Calling” çalakiyek salane ye ku ji hêla lsraîl ve tê organîze kirin, da ku beşdaran berî “Eurovîsîon” bicivîne u ku tûrîzmê li welatê xwa çalak bike.

“Eurovîsîon 2022” dê di 10-14ê Gulanê de li Îtalyayê pêk were.Roza Lî dê di roja yekem nîvfînalê de, di 10ê Gulanê de, di bin hejmara 17 de strana xwa bejê

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button