SocietyTop

Li Ermenîstanê di navbera 13-22’ê Cotmehê de serjimarî tê kirin

Di 8ê Nîsanê de, bi serokatiya Alîkarê Serokwezîr Hambardzum Matêvosyan, rûniştina Komîsyona Neteweyî ya Amadekirin û Birêvebirina Serjimêriya 2022an li Komara Ermenîstanê, pêk hat.

Li gor biryara hikûmetê serjimêriya din dê di navbera 13-22ê Cotmeha 2022an de bê kirin.

Di dema rûniştinê de Komîteya Îstatîstîkî ji bo gotûbêjê agahî li ser pêvajoya amadekirin û pêkanîna serjimêriya sala 2022 pêşkêşî komîsyonê kir.

Pêşnûmeya Bernameya Serjimariyê (pirsname) di mijara duyemîn a rojevê de hat nîqaşkirin.

Di nava pênc rojan de piştî wergirtina nerîn û pêşniyarên li ser herdu mijaran ji aliyê endamên Komîsyonê ve, piştî temamkirina pirsnameyê, li gorî nêrîna ku di encama nîqaşên lijneyê de pêk hat, pêşnûmeya bernameya serjimêriya sala 2022an dê ji bo pejirandinê pêşkêşî Hikûmeta Ermenîstanê bê kirin, ji bo dora din de anketa serjimariyê biryara Lijneya Îstatîstîkê ya Dewletê bê qebûlkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button