All NewsTop

Pîlotên baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li Ermenîstanê bi tevlêbûna helîkopterên MI-8MW-Ka-52 tetbîqata dikin

Pîlotên helîkoptera MI-8 MVT-Ka-52 (“Alîgator”) ya Baregeha Hêza Hewayî ya Rûsyayê ya li Ermenîstanê li eraziyên çiyayî yên bilind firînên perwerdeyê pêk anîn. Li ser vê yekê “Armenpress” ji servîsa çapemeniyê ya Navçeya Leşkerî ya Başûr ya Federasyona Rûsyayê hat agahdarkirin.

Pîlotan bi şev û roj gelek karên tevlihev kirin.

Xebatkarên endezyarî-eskerî yên baregeha leşkerî ji bo amadekariya firrînên perwerdehiyê yên wesayîtên şer, tetbîqata lênihêrîna helîkopteran pêk anîn. Zêdeyî 130 leşker beşdarî firînên perwerdehiyê bûn, nêzî 50 yekîneyên alavên leşkerî hatin bicihkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button