All NewsPoliticsTop

Serokwezîr heyeta Koma Dostaniya Îngilîstan-Ermenîstan a Parlamentoya Îngilîstanê qebûl kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya heyeteke di bin serokatiya Serokê Koma Dostaniya Îngilîstan û Ermenîstanê ya Parlamentoya Îngilîstanê Tîm Louûtên de kirîe.

Tîm Loûton diyar kir ku di wê baweriyê de ne ku hevkariyên li ser asta parlementoyê dê di demek nêzîk de bihêztir bibin, ew dê hemû hewlên xwe bidin ji bo kûrkirina peywendiyên dualî yên siyasî û aborî. Wî bal kişand ser girîngiya reformên demokratîk li welatê me û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku pêkanîna wan bi bandor dê bibe alîkar ji bo pêşdeçûna Ermenistanê.

Bi taybetî rewşa li Kafkasya Başûr, li derdora Qerebaxa Çiyayî hat destgirtin.

Serokwezîr Paşînyan çavdêriyên xwe yên li ser pêvajoyên li derdora Qerebaxê diqewimin pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya bersivdayîna têrker a civaka navneteweyî li hember kiryarên wêranker ên Azerbeycanê. Serokwezîr li ser mijarên însanî yên ku ji kiryarên Azerbaycanê yên li Artsaxê derdikevin, gavên ku ji bo jinavbirina mîrata çandî ya Ermenîstanê li herêmên di bin kontrola hêzên çekdar ên Azerbaycanê de, îşaretkirin û xêzkirina Ermenîstan û Azerbaycanê û her wiha Diyaloga Ermenî-Tirkî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button