PoliticsTop

Pûtîn 30 saliya damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên bi Rûsyayê re Serokkomar û Serokwezîr ê Ermenîstanê pîroz kir

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pîrozbahî li Serokomarê Ermenîstanê Vahagn Xaçaturyan û Serokwezîr Nikol Paşînyan kir, bi boneya 30 saliya damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên bi Federasyona Rûsyayê re u wî destnîşan kir ku her du welatan di hemî waran de ezmûnên girîng di hevkariyê de berhev kirine.

“Di navbera Rûsya û Ermenîstanê de diyalogeke siyasî ya watedar tê kirin, di warên bazirganî, aborî, zanistî, teknîkî, mirovahî û gelek warên din de hevkariyeke bi bandor pêş dikeve. Moskow û Erîvan di çarçoveya saziyên navneteweyî de xebatên koordîne dikin. Pêkanîna rêkûpêk a peymanên sêalî yên ku di navbera 2020 û 2021an de hatine kirin, dibe alîkar ku ewlehî û îstiqrara li herêma Transkafkasyayê xurt bibe:” li peyama pîrozkirinê de tê gotin, ya ku roja Ledê li ser malpera Kremlin hate weşandin.

Her wiha Serokê Rûsyayê pêbaweriya xwe anî ziman ku xurtkirina zêdetir têkiliyên dostane û hevalbendiya Rûsiya û Ermenîstanê li gorî berjewendiyên bingehîn ên gelên her du welatan e.

Pûtîn ji Serokkomarê Ermenîstanê u ji Serokwezîr re saxî, serkeftin û ji welatiyên welêt re – aştî , bextewarî xwest.

30 sal berê, di 3ê Nîsana 1992an de, Ermenistan û Rûsyayê peymanek li ser danîna têkiliyên dîplomatîk îmze kirin, di van salên dawî de, wan hevkariyên hevalbendî yên nêzîk ava kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button