PoliticsTop

Marîna Kolyûrand ji Azerbaycanê xwest ku tavilê leşkerên xwe vekişîne

Seroka Heyeta Têkiliyên Kafkasya Başûr li Parlamentoya Ewropayê, parlamenter Marîna Kolyûrand bi hevserokê Komîteya Hevkariya Parlamenta YE-Azerbaycanê Cavanşîr Fêyzîev re bi vîdeo axivî.

Marîna Kolyûrand dilgiraniya xwe li ser êrîşa leşkerî ya Azerbaycanê ya hefteya borî ya li ser Qerebaxê anî ziman.

Li gorî bangên her sê hevserokên Koma Mînskê ya OSCE, wî daxwaz kir ku demildest hêzên xwe ji xeta têkiliyê vekişînin.

” Min biryara Parlamenta Ewropayê ya 10ê Adara 2022an a li ser tunekirina mîrateyên çandî yên li Qerebaxê bi bîr xist, tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîste bi lezgîn destûrek ji şandeya teknîkî ya UNESCO were dayîn, da ku derbasî herêmê bibe, da ku karên xwe bê astengî bimeşînin”: got Kolyûrand.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button