PoliticsTop

Di peywendiya telefonî ya Paşînyan û Pûtîn de tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi tundî bi rêkeftinên sêalî kirin

Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Îniyê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re di pêwendiyeke telefonî de mijara Qerebaxê nirxandiye.

“Li ser parastina îstiqrarê li Qerebaxê danûstandina nêrînan berdewam kir. Pêdiviya pêbendbûna ya peymanên sêalî yên ku di salên 2020 û 2021’an de ji aliyê serokên Ermenîstan, Azerbaycan û Rûsyayê ve hatibûn îmzekirin, hat piştrastkirin:”di daxuyaniyê de tê gotin.

Pûtîn wusa jî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîev re xeverdanêk pêk anî û di xeverdanê de rewşa derdora Qerebaxê jî nirxandin û tekîd li ser çareserkirina pirsgirêkên pratîkî yên dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button