PoliticsTop

Armen Grigoryan reformên Artêşa Ermenîstanê pêşkêşî heyeta Wezareta Hêzên Çekdar a Fransayê kir

Di 2’ê Nîsanê de Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armen Grigoryan biheyeta Wezareta Hêzên Çekdar a Fransayê re hevdîtin kir. Heyet bi serokatiya Serokê Daîreya Rûsya, Belarûs, Ukrayna, Asyaya Navîn, Kafkasya, Tirkiye, Îsraîl, Korgeneral Marî-Anyes Pîkar-Şêsêlî ve hat birêvebirin. Serokê Karûbarên Kafkasyayê Frans Domînîs û Atêşê Parastina Fransî li Ermenîstanê Frêdêrîk Kampos jî di heyetê de bûn.

Di hevdîtinê de Sekreterê Encumena Asayişa reformên ku di warê leşkerî de tên kirin, pêşkêş kir. Sekreter her wiha bi hûrgilî li ser armancên istratîjîk ên reforman jî bal kişande ser wê yekê, ku yek ji armancên van reformên mezin avakirina artêşek pispor e.

Hevdîtine de her wiha li ser hevkariyên dualî yên muhtemel di warê reformên artêşê de gotûbêj kirin. Bi taybetî tekezî li ser giringiya hevkarîkirina zêdetir di warê perwerdeya leşkerî de kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button