
Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mişêl wê di 6ê Nîsanê de li Brûsêlê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîêv re hevdîtineke hevpar pêk bîne.
Heya niha aliyên Ermenî-Azerî ev agahî piştrast nekiriye.
Civîna sêalî ya berê ya Nîkol Paşînyan, Şarl Mîşêl û Ilham Elîêv di 15ê Kanûna paşin 2021ê de li Brûsêlê pêk hat.
Pêvajoya pêkanîna daxuyaniyên sêalî yên 9ê çirîa paşin 2020, 11ê kanûna paşin 2021ê û herwiha 26ê çirîa paşin hatin gotûbêjkirin.