All NewsTop

Pûtîn bi telefonê bi Paşînyan û Elîêv re axivîe

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja pêşemê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîêv re axivî. Li gor daxuyaniya Servîsa Çapemeniyê ya Kremlînê, mijara hevdîtinê rewşa Qerebaxê ye.

“Pêşveçûna rewşa li derdora Qerebaxê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên pratîkî yên ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê hat kirin. Îhtîmala pêkanîna domdar a hemû bendên daxuyaniyên sêalî yên 9ê çira paşin 2020, 11ê çira paşin 2021 û 26ê çira paşin 2021an careke din hat piştrastkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button