All NewsTop

Em spasiya hemû kesên ku ji bo ji holê rakirina karesata mirovî ketine nava hewldanan. Wezareta Karên Derve ya Artsakh

Wezareta Karên Derve ya Komara Artaxê der barê jinûve destpêkirina gazê de daxuyaniyek da.

Di 28’ê Adarê de bi rêya tekane boriya gazê ya ku ji Artsaxê derbasî Ermenîstanê dibû, gaza Komara Artsaxê ji nû ve dest pê kir. Di vê mehê de, Azerbaycanê du caran rê li ber gaza xwezayî ya ji bo Artsaxê girt û bû sedema krîzeke mirovî.

Terorîzma însanî ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin ji aliyê civaka navneteweyî ve bi tundî hatiye rexnekirin, ji bo vegerandina gazê gelek bang hatine kirin û gavên siyasî û d.

Em sipasiya hemû welatan, rêxistinên navneteweyî, siyasetmedar, kesayetiyên giştî dikin, ku bi pabendbûna bi prensîbên hiqûqa navneteweyî ya mirovî, pîvanên exlaqî, nirxandineke têr li kiryarên Azerbaycanê dan û ji bo jinavbirina vê karesata mirovî hewl dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Siyasîkirina mijarên mirovahî nayê qebûlkirin û bêexlaqî ye. Her hewldaneke bi vî rengî ji bo tevahiya cîhana şaristanî dijwariyek e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button