All NewsTop

Em li bendê ne ku hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê li Qerebaxa Çiya di 23ê Adarê de hêzên Azerbaycanê vegerînin cihên xwe. Alên Sîmonyan

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan di çalakiya bi heybet a ku ji bo 30emîa Salvegera Meclisa Navparlemanî ya Yekîtiya Dewletên Serbixwe hat lidarxistin de, sala jûbîlê li delegeyên Yekîtiya Dewletên Serbixwe pîroz kir.

Wî got: “Em hêvî dikin ku hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê li Qerebaxa Çiyayî gavên pratîkî ji bo çareserkirina rewşê û nehiştina qurbanî û şerên nû bavêjin û di 23ê Adarê de hêzên Azerbaycanê vegerînin cihên xwe.”

Li gor serokê parlementoyê rewşa Qerebaxê gelek aloz e. Wî bal kişand ser wê yekê ku kiryarên bi vî rengî li gel geşbûna tund a rewşa ewlehiyê li cîhanê, dibe ku bibe sedema aloziyek nû li navçeyê.

Alên Sîmonyan destnîşan kir ku li herêmên di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê da parastina mîrata dîrokî, çandî û manewî ya Ermenîstanê pir girîng e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button