PoliticsTop

Serokê Giştî yê OSCE dê serdana herêmê bike

Serokê Giştî yê OSCE, Wezîrê Derve yê Polonyayê Zbîgnêv Rau, ji 29ê Adarê heta 1ê Nîsanê dê serdana Gurcistan, Azerbeycan û Ermenîstanê bike û bi rayedarên payebilind re hevdîtinan bike.

Li Gurcistanê, Wezîr Rau dê bi Serokomar Salomê Zûbarîşvîlî, Serokwezîr Îraklî Qarîbaşvîlî , Alîkarê Serokwezîr Wezîrê Karên Derve Davît Karîbaşvîlî , yekem Alîkarê Serokê Parlamentoyê Gîorgî Volskû re bicive.

Di serdana xwe ya Azerbaycanê de wê bi Serokomar Îlham Alîêv Wezîrê Karên Derve Jeyhun Bayramov re jî bicive.

Raun li Ermenistanê wê bi Serokomar Vahagn Khaçaturyan, Serokwezîr Nîkol Paşînyan û Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan ra bicive.

Di rojeva serdana wî de aştî û aramiya herêmê heye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button