TopWorld

Dozkirina terorîstên DAIŞ’ê yên ku gelê Êzidî qetil kirin, li Elmanyayê dewam dike

Di van mehên dawî de, kujerên qirkirina Êzidiyan ji bo bersivdayîna sûcên xwe, dest bi rûbirûbûna edaleta Elman kirin. Di dozeke girîng de, Jênnîfêr Wênîş, almana ku misilman bûye û beşek ji bi navê “polîsê exlaqî” yê DAIŞê li Mûsilê bû, bi 10 sal zîndan hat mehkûmkirin. Wê û mêrê wê keçeke êzîdî ya pênc salî di bin tava germ de zincîr kirin û li wir zarok ji tîbûnê mir. Jineke din bi navê Omeîma Ebdî, weke endama koma têrorîst a DAIŞ`ê bi 4 sal zîndanê hat mehkûmkirin û piştî ku qebûl kir ku xulamên wê êzîdî hebun, 6 mehê cezayê girtinê jî jê re hat dayîn.

Almanya gavên nedîtî avêtine ji bo dadgehkirina endamên DAIŞê bi rêya lêkolînên avahî li ser tawanên terorîstî yên li dijî Êzdiyan.

Piraniya rûmeta vê hewldanê dikeve destê Khrîstîan Rîtsçer, yê ku serokatiya Yekîneya Tawanên Şer a Almanî dikir û aniha serokatiya Yekîneya Vekolînê ya NY ji bo Tawanên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine kirin dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button