
Li ser vê yekê Wezareta Derve ya Ermenîstanê daxuyaniyek da.
“Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê bi kêfxweşî dide zanîn ku hevserokên Koma Mînskê ya OSCE nirxandineke zelal li ser bilindbûna rewşa dawî ya li Qerebaxê kirine û diyar kirine ku ev yek encama tevgera Azerbaycanê ye.”
Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê diyar kir ku wan bang li aliyê Azerbaycanê kirye ku yekîneyên xwe yên artêşê vekişîne. Di 27ê Adarê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û ragihand ku aliyê Azerbaycanê yekîneyên xwe ji niştecihên Parûxê ya li Qerebaxê vekişandiye.
Lê dîsa jî divê em bibêjin, ku ketina yekîneyên Azerbaycanê bo nav Qerebaxê, ya di warê berpirsiyariya hêzên aşitiyê yên Federasyona Rûsyayê de, berdewam dike ku di nexşeyên pêvekirî de têne diyar kirin
Em hêvî dikin ku hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê li Qerebaxê, ji bo rawestandina ketina yekîneyên Azerbaycanê li qada berpirsiyariya aştîparêzan û vekişandina hêzên çekdar ên Azerbaycanê, tedbîrên berbiçav bistînin. Em pêwîst dibînin ku bi awayekî rêkûpêk li ser kiryarên hêzên aşitiyê yên di tevahiya heyama êrişa yekîneyên Azerbaycanê de lêkolîn bikin, ji bo bersivdana çend pirsan”: te gotin di nava daxuyanîya ji Wezareta Karên Derva.
Nîşe li ser nexşeyên pêvekirî.
Di her du nexşeyan de xêzkirina berpirsyariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê ji malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hatiye wergirtin.
2022 Nexşeya ku rewşa 24ê Adarê vedibêje bi zelalî nîşan dide ku li herêma ku berpirsiyariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Qerebaxê ye, baregehên Azeriyan tune ne.
2022 Nexşeya ku rewşa 28.03.2010 di saet 09.00an de nîşan dide, nîşan dide ku baregehên Azeriyan li herêma di bin berpirsyariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê de li Qerebaxê ne.