PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan tekezî li ser wê yekê kir, ku ji bo kêmkirina aloziya li nav axa Ermenîstanê pêwîstî bi gavên aktîf heye

Wezareta Derve ya Ermenîstanê ragihand, roja 28ê Adarê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan pêşwaziya Balyoza Amerîka li Ermenîstanê Lîn Tirêysî kir.

Di hevdîtinê de rewşa ketina hêzên çekdar ên Azerbaycanê bo gundê Parûx a ser bi Qerebaxê û herwiha berdewamiya provokasyonên li dijî xelkê sivîl ên Artsaxê û têkbirina bi qestî ya xebata asayî ya binesaziya jiyanî hate nirxandin.

Wezîr Mîrzoyan balkişand li ser nirxandina Amerîkayê ya li hember kiryarên êrişker ên Azerbaycanê, herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste gavên aktîv ji bo kêmkirina rageşiyê bên avêtin û ji aliyê civaka navdewletî ve ji bo çareser kirina vê pirsê berdewam be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button