PoliticsTop

Ermenîstanê ji bo binpêkirinên ku Azerbaycan li dijî gelê Artsaxê kirine serî li DMME’yê da

Di 24ê Adarê de Nûnerê Komara Ermenîstanê yê Karûbarên Hiqûqê yên Navneteweyî li dijî Azerbeycanê ji bo sepandina tedbîra lezgîn a demkî ya ku di xala 39’an a Rêziknameya Dadgehê de hatiye amadekirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da, li sêr têkildarî binpêkirinên vê dawiyê yên li dijî gelê Artsaxê.

Di peyama Nûnertiya Komara Ermenîstanê ya Karûbarên Hiqûqê yên Navneteweyî de tê gotin ku rastiyên bi delîlên berbiçav hatine îsbatkirin, qu ji meha Sibate ya îsal , ve hêzên Azerbaycanê ku li nêzîkî gundê Xramortê li devera Askeranê bi cih bûne, bi berdewamî gefan li xelkê aram ên Artsaxê dikin u pêwist dikin ku derqewin ji malên xwa û herêma xwa.

“Daxwaza tedbîra demkî di meha Adarê de hate şandin.Dema ku Azerbaycan bi awayekî bêserûber gule li xelkê sivîl ê Artsaxê, dibistan jî di nav de, dan, di encamê de boriyên sereke yên gaza sirûştî ji bo Artsaxê dihatin gihandin, têkçû, tevahiya xelkê Artsaxê ji dabînkirina gaza xwezayî bêpar man. Di van şert û mercên hewayê yên teng de, tevahiya nifûsa Artsaxê, tevî nexweşxane û dibistan, neçar in ku bêyî gaza xwezayî bijîn. Destdirêjiyên bi vî rengî ne tenê li ser gundê Xramortê, ji bo tevahiya gelê Artsaxê metirsiyek rasterast e.

Nûnerê Komara Ermenîstanê di mijarên hiqûqî yên navneteweyî de diyar kir ku kiryarên Azerbaycanê rasterast mafên bingehîn ên gelê Artsaxê yên ku di peymanê de hatine parastin dixe xeterê û xetereya windahiyên bêveger çêdike. Ji Dadgeha Ewropayê hat xwestin ku li dijî Azerbeycanê tedbîrên demkî yên lezgîn bigire, ji bo rawestandina gef û gulebaranan, vegerandina gaza xwezayî”: di peyamê de hatiye gotin.

Nûnera Karûbarên Hiqûqî ya Navnetewî di 25ê Adarê de jî serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dabû û bal kişandibû ser binpêkirinên jorîn ên Azerbaycanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button