PoliticsTop

Em mumkin dibînin ku daxwazeke zelal were kirin ku yekîneyên Azerî vegerin cihên xwe yên destpêkê: Wezareta karên derve ya Komara Ermenistanê

Daxuyaniyên vê dawiyê yên wezaretên karên derve û parastinê yên Azerbaycanê carek din bi zelalî nîşan didin ku armanca siyaseta tundî û tirsandina sîstematîk a Azerbaycanê li dijî Qerebaxê , paqijkirina etnîkî ya niştecihên Ermeniyan li Qerebaxê ye. Di daxuyaniya alyê Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenistanê ev agahî hatê dayîn.

“Bi vî awayî, di 24ê Adarê de, hêzên çekdar ên Azerbaycanê ketin bo gundê Parûx a Qerebaxê, u bi pêşya wê jî bi topên bênavber li dijî niştecihên ermeniyan û binesaziya sivîlan hatibun avêtin.

Hevdem digel vê êrîş û provokasyona dijminatiyê, di şert û mercên hewaya sar a nedîtî de, Azerbaycan ev çend hefte ye ku xebata xeta gazê ya girîng asteng dike û gelê Qerebaxê dixe ber felaketeke mirovî. Azerbaycan daxwaza vekişandina hêzên xweparastinê yên gelê Ermenî yên li Qerebaxê dike”: di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê de tê gotin.

Her wiha behsa êrîşa Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê jî tê kirin, qîjan di warê berpirsiyariya hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê de ji berê ve hatî plan kirin,ji bo sozên ku di danezana sê alî ya 9-ê çirya pêşin 2020-an de hatine girtin, şermezariyek eşkere ye.

“Em li bendê ne ku hêzên aştîparêz ên Rûsyayê yên li Qerebaxê gavên berbiçav bavêjin ji bo çareserkirina rewşê, ji bo pêşîgirtina li windahiyên nû û şer”: di daxuyaniyê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button