PoliticsTop

Armanca daxuyaniya “Azerigaz” ew e ku civaka navneteweyî bixapîne: “Artsakhgaz”

“Artsakhgaz” li ser Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di 27ê Adarê de, hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên Azerî ragihandin ku “Azerigaz” bi îdiayan encamên qezaya li ser xeta belavkirina gazê ya Artsaxê ji holê rakiriye û ji 29ê adarê pê ve dê gaza li Artsaxê were vegerandin.

“Em radigihînin ku ev daxuyaniya li jor dezenformasyoneke derewîn û provokatîf e, ku armanceke xapînok a sûdwergirtina ji rewşa dijwar e, xapandina ermeniyên Artsaxê û civaka navneteweyî di warê agahdarkirinê de ye.

Em dixwazin we agahdar bikin ku gaza siruştî tenê bi rêya boriya gazê ji xaka Komara Ermenîstanê derbasî xaka Komara Artsaxê dibe û şirketa dabînkirina gazê jî “Gazprom Ermenistan” e. Pêşwazîkirin û belavkirina gaza sirûştî ya ji boriya gazê ya navborî bo mişteriyên wê ji aliyê kompaniya “Artsakhgaz” ve tê kirin. Ji ber vê yekê şîrketa petrolê ya dewleta Azerbaycanê SOCAR ango “Azerigaz” a ku di peyamê de hatiye behskirin, nikare ti têkiliya xwe bi pêvajoya dabînkirina gazê ya Komara Artsaxê re hebe. Ji hêla teknîkî û erdnîgarî ve bi tenê ne mumkun e.

“Daxuyaniyê careke din îsbat dike ku piştî teqandina boriya li beşa Şûşîê di 8ê Adarê de û astengkirina tamîrkirina wê bi rojan, aliyê Azerbaycanê bi qestî qulîtek datîne ser xeta boriyê da ku rewşa nebaş a hewayê bikar bîne da ku pirsgirêkên mirovî yên zêde ji bo welatiyan çêbike.”

“Azerigaz” di 28ê Adarê de li ser vegerandina muhtemel a dabînkirina gaza xwezayî ji bo Stepanakertê ragihand.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button