All NewsPoliticsTop

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê hêvî dike ku hêzên aştîxwaz ên Rûs gavên lezgîn bavêjin ji bo vegerandina leşkerên Azerî bo cihên xwe

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê der barê binpêkirina xeta têkiliya Qerebaxa Çiya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ve li qada berpirsyariya mîsyona aştiyê ya Rûsyayê di 24’ê Adarê de û ketina gundê Parûx a Artsaxê daxuyaniyek da. Li gorî Wezareta Derve ya Ermenîstanê, ew dê gavan bavêjin da ku leşkerên Azerbaycanê tavilê vegerin cihên xwe yên destpêkê û bi tundî li ser sozên ku di daxuyaniya sêalî ya 9ê çirîa paşin de hatine destnîşan kirin tevbigerin.

Di 24ê Adarê derdora seat 16.00an hêzên çekdar ên Azerbaycanê li herêma di bin serweriya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê de, xeta peywendiyê ya Qerebaxa Çiya binpê kiribûn û gundê Parûx ê girêdayî Artsaxê dagir kiribûn.

Ev kiryarên êrîşkar ên Azerbaycanê careke din îsbat dike ku Bakûya fermî bi awayekî tund berdewam dike li ser binpêkirina daxuyaniya sêalî ya 9ê çirîa paşin  2020an, ku li gorî wê, şer hatin rawestandin, alî li çeperan hatin rawestandin û leşkerên aştîparêz ên Rûsyayê li ser xeta pêwendiyê bi Arsaxê cih bûne.

Beriya van kiryaran bi temamî têkbirina karê tenê boriya gazê ya ku Artsaxê digihîne Azerbaycanê, armanckirina binesaziya sivîl bi çekên mezin, gefxwarinên li ser Ermeniyên Artsaxê, û gavên din ên bi armanca paqijkirina etnîkî pêk hatin. Her wiha li gel geşbûna tund a rewşa ewlehiyê li Ewropayê, kiryarên bi vî rengî yên Bakûyê bi awayekî cidî aramî û aştiya herêmê dixe xeterê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em li bendê ne ku hêzên aştiyê yên rûsî yên ku li herêma wan provakasyon diqewime tedbîran bigirin da ku leşkerên Azerbeycan demildest vegerin cihên xwe yên destpêkê û pabend bin bi sozên ku di daxuyaniya sêalî ya 9’ê çirîa paşin   de hatine dayîn.” got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button