
Ûkrayniyên ku di encama şerê Rûs û Ûkraynayê de koçî Ermenîstanê kirine, bi giranî Ermenî ne. Dênîs Avtonomov, berpirsê Ûkrayna li Ermenîstanê, dibêje ku li gorî balyozxaneyê meha borî nêzîkî 4000 welatiyên Ûkraynayê hatine Ermenistanê.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, piştî şer mehekê zêdetirî 3,6 mîlyon kes Ûkrayna derqetîe. Piraniya penaberan, bi qasî 2 mîlyonî, çûne Polonyayê. Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Karûbarên Diyasporayê ya Ermenîstanê, piraniya ermeniyan diçin Polonyayê.
Berpirsa Têkiliyên Giştî ya Daîreya Koçê Nelli Davtyan dibêje, Dezgeha Koçê 16 serlêdanên statuya penaberiyê ji wan kesên ku ji Ukraynayê koçî Ermenîstanê kirine, wergirtine, ku bi wan re nêzî 20 kes li Ermenîstanê mafê penaberiyê dixwazin.