TopWorld

Pirsgirêkên xwendekarên herêma Şengalê bê çareserî mane

Xwendekarên ku li Şingalê dijîn daxwaz ji Wezareta Perwerdeya Kurdistanê kirin ku ezmûnên dawî li devera wan ya niştecihbûnê were lidarxistin, ji ber ku cîhê dûr û dirêj dibe sedema aloziyan û ev yek rasterast bandorê li ser asta xwendina xwendekaran dike.

Zêdeyî 1000 xwendekarên êzdî yên ji pola yekem heta şeşemîn a dibistana amadeyî derfeta fêrbûna zimanê xwe yê dayikê tune ye, zarok neçar in ku zimanê kurdî hîn bin, ji ber ku Hukûmeta Kurdistanê gelê êzdî wek etnîk nas nake, bi tenê ji wan re dibêje ”kurdên êzdî” yan jî neteweyek wisa tune. Ji bilî vê pirsgirêkê, xwendekarên Şengalê her tim ji bo bidestxistina zanyariyê neçar in ku hêrin herêmên din, ku hem ji bo xwendekar û hem jî ji bo dêûbavên wan pirsgirêkek mezin e.

Yek ji şagirtên pola şeşan a dibistana kurdî, ya ku ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Xana Yûsif ku Êzidî ye, diyar kir ku pirsgirêka herî girîng a saziya wan a perwerdeyê nebûna mamosteyan li Şengalê ye, ji ber vê yekê ye ku her roj xwendekar ji bo xwe bigihînin dibistana ku lê dixwînin neçar in ku rêyên dirêj bimeşin.

Xana û hevalên wê ditirsin ku ji ber ne aramiya asayîşa Şingalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmtîhan dawî vediguhêze Herêma Dihokê, , ku dê hemû rewşê tevlihev bike, fikar û stres dê du qat bibe û dibe ku bandorê li notên wan ên dawî bike, ku dê di perwerdehiya wan a pêşerojê de rolek diyarker bilîze.

Piştî ku di havîna 2014an de herêma Şingalê ket bin kontrola DAIŞê, piraniya dibistanan wêran bûn û hemû mamoste û xwendekar ji herêmê hatin derxistin. Piştî rizgarkirina ji bin kontrola terorîstan û vegera awareyan, dibistan hatin vekirin. Lêbelê, xebata hejmarek dibistanan pirsgirêk dimîne.
Bi giştî hejmara xwendekarên ku perwerdeya kurdî dibînin nêzî 29 hezar e.
Nêzîkî 11 hezar ji wan xelkê Şingalê ne.
Xwendekarên pola 12-an 1000 kesê .
Bi giştî hejmara dibistanên kurdî 92 ye.

Yazidinews.com dinivîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button