PoliticsTop

HRW banga çalakiya lezgîn dike ji bo ku li Artsaxê krîzeke mirovî zêdetir nebe

Gîorgî Gogîa, Alîkarê Rêveberê Asyaya Navîn a Ewropayê li Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, bang dike ku gavên lezgîn bên avêtin da ku li Artsaxê krîzeke mirovahî çênebe.

Piştî ku gelê Qerebaxê di nava du hefteyan de ji ber boriya gazê ya ku di nav axa Azerbeycanê de derbas dibe, cara duyemîn bê gaz man, wî ev mijar anî ziman.

Gogia behs dike,ku kargehên nan jî nikarin bixebitin, kêmasiya nan heye.

“Ji bo qetkirina gazê bandor li saziyên perwerdehiyê, kreş û dibistanan jî kir. Ji ber ku nayên germ kirin girtî ne. Pêdivî gavên bilez ji bo nehiştina qeyranek mirovî ya din”: Gîorgî Gogîa li ser Twitterê nivîsî

“Di hefteyên dawî de li ser xeta têkiliyê rageşî zêde bû.Eger ev hewldaneke bi qestî be ji bo koçberkirina xelkê, ew binpêkirina peymana Cenevreyê ” wî got .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button