SocietyTop

Balyozxaneya Ermenistanê ya li Romanyayê alîkariyê dide ermeniyên ku ji Ukraynayê derbasî Romanyayê dibin

Balyozxaneya Ermenistanê ya li Romanyayê ragihand, ji ber rewşa Ukraynayê, balyozxaneya Ermenîstanê li Romanyayê alîkariyên lezgîn pêşkêş dike welatiyên ermenî yên ku hewcedarê alîkariyê ne û ji Ukraynayê derbasî Romanyayê dibin.

Li gor fermana wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê, ji 1`ê Adarê vir ve li bajarê Botoşanê yê ser bi Komara Romanya û Komara Moldovayê ve, konsulxaneya demkî ya balyozxaneya Komara Ermenîstanê li Romanyayê dest bi kar dike. Ji dema vekirina xwe ve, konsulxanê alîkarî û şîretên pêwîst pêşkêşî bi sedan welatiyên Ermenîstanê kiriye.

Balyozxaneya Komara Ermenîstanê ya li Romanyayê bi rayedarên Romanyayê yên pêwendîdar re hevkarîyek nêzîk saz kir, ji ber vê yekê ketina hemwelatiyên Ermenîstanê bo Romanyayê û her weha vegera bo welatê xwe bi awayekî operatîf û qanûnî tê organîzekirin.

Balyozxane û Konsolosxane li Botoşanê 24 saetan bersivên telefonên qeydkirî didin.

Hemwelatiyên me him ji dilxwazên biyanî alîkariyên mirovî distînin, him jî nûnerên rêxistinên ermenî yên ku ji Romanyayê, bi taybetî li herêmên ser bi Ukraynayê nê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button