PoliticsTop

Em polîtîkaya tundiya sîstematîk a Azerbaycanê ya li dijî ermeniyên li Artsaxê qebûl nakin: wezareta karên derve ya Komara Ermenistanê

Wezareta Karên Derveya ya Komara Ermenistanê der barê kiryarên Azerbaycanê yên ji bo krîza însanî ya li Artsaxê pêk tîne, daxuyaniyek da.

“Bi destwerdana eşkere ya aliyê Azerbaycanê, li nêzîkî bajarokê Şûşî yê li herêma di bin kontrola Azerbaycanê de, gihandina gaza xwezayî ya Ermenîstanê bo Qerebaxê dîsa hat astengkirin. Bi vî awayî, di şert û mercên barîna berfê û hewaya sar a nedîtî de, nêzî 120 hezar xelkê Qerebaxê ji gaza pêwîst bê par man.

Tenê çend roj berê Azerbeycanê 8 rojan destûr neda ku kar ji bo çêkirina boriya gazê ya ku li heman deverê di bin şert û mercên nediyar de qelibî.

Ji ber vê yekê, Azerbaycan ji bilî hewldanên xwe yên berdewam ji bo zexta psîkolojîk li ser gelê Qerebaxê, rêgirtina li derbasbûna rêxistinên mirovî yên navneteweyî bo Qerebaxê, bi qestî xebata asayî ya binesaziya jiyanî ya li Qerebaxê asteng dike, ku eşkere dibe sedema ji bo krîzên mirovahî yên li Karabaxê. Em vê polîtîkaya hovane ya tundiya sîstematîk a li dijî ermeniyên Artsaxê qebul nakin.

Rewşa heyî pêwîstî bi bersiveke zelal ji civaka navdewletî re heye ji bo pêşîgirtina li qeyraneke mirovî û herwiha tevlîbûna bilez û bê astengî ya rêxistinên mirovî yên navdewletî li Qerebaxê”: di daxuyaniyê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button