PoliticsTop

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê li Brûselê behsa perspektîfên çareserkirina kêşeya Artsaxê di bin erkê Koma Mînskê ya OSCE de kir

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 17’ê Adarê li Brukselê bi Alîkarê Yekem ê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mîrça Coana re hevdîtinek pêk anî.

Ararat Mîrzoyan kêfxweşiya xwe ya ji bo diyaloga siyasî ya bi NATO’yê re heye, anî ziman. Di vê çarçoveyê de pêkanîna Plana Çalakiyê ya Hevkariya Kesane ji bo pêşxistina hevkariyê weke amûreke bi bandor hat bikaranîn.

Her wiha amaje bi beşdarbûna yekîneyên parastina aştiyê yên Ermenîstanê di mîsyonên aştîparêz ên navneteweyî de û alîkariya Ermenîstanê ji bo xurtkirina ewlekarî û aramiya navneteweyî kirin.

Mijarên girêdayî ewlekariya herêmê hatin gotûbêjkirin. Ararat Mîrzoyan rewşa li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, rewşa Qarabaxê, binpêkirina agirbestê ji aliyê Azerbaycanê ve, çalakiyên ku bi armanca krîzeke mirovî li Qerebaxê pêk tên, rastî zextên derûnî yên li ser gelê sivîl hatin kirin pêşkêş kir.

Ararat Mirzoyan û Mîrça Coana li ser pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Tirkiyê de nêrînên xwe danustandin.

Di heman rojê de wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê li Konseya Atlantîka Bakur gotarek pêşkeş kir û tê de behsa hevkarîya Ermenistan û NATOyê ya 30 salên buhurî, encamên êrişa Azerbaycanê li dijî Artsaxê di sala 2020`an de, pirsgirêkên mirovahî yên ku divê bi lezgînî werin çareser kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button