All NewsTop

K’ûvîkirina malê dîwanî li ne r’êzîdênta înk’arbûyîye: Avêtîsyan derheqa firotana îht’îmale ser t’irka û adrbêcanîyada

Ar’nak Avêtîsyanê sedrê komîtêa serwêrîkirina mal-milk’ê dîwanî dide bawerkirinê, wekî Ermenîstanêda k’ûvîkirina malê dîwanî li ne r’êzîdênta înk’arbûyîye. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Avêtîsyan derheqa vê yekêda CM-êda nav qisa t’ev r’ojne’mevana got- bi paþdaveger’andina ser e’þiratîya r’ojne’mevane t’ehwîlkirî, wekî t’irk Ermenîstanêda milk’ p’eydadikin, û pirsê, k’a hindava t’irka û adrbêcanîyada çend mal û milk’ hatne destanînê?
Avêtîsyan da k’ivþê- pirs wîva hinartî nîne, h’erke milk’ ij sûka dereca döda, ij kesê þexsî têne destanînê.
“Ez zanim, wekî bi qanûndarîya CE milk’ nayê firotanê li ne r’êzîdênta, firotan tê qedexekirinê. Yanî- CE-êda her t’enê mal û milk’ê bajar’vanê CE dikare heve. Lê bi h’esavê mal û milk’ê dîwanî delîvê vî cûr’eyî înk’ardivin, t’inene”,- ewî got.
Bi paþdaveger’andina ser fikrê, wekî bajar’vanê Adrbêcanê nav salê 2010-2021-ê 6 mal û milk’ Ermenîstanêda p’eydakirine- Avêtîsyan binxetkir, wekî malê neh’ejok û t’opraxê gere hevdö cödakin. Salixê komîtêye firotana mal-milk’ê neh’ejok t’inene, lê malê dîwanî li ne r’êzîdênta nehatîye k’ûvîkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button