
Hevpeyvîn li ser mijarên di rojeva têkiliyên ermenî-amerîkî de, ji bo berdewamiya diyaloga stratejîk ji bo pêşxistin û xurtkirina hevkariyên dualî di warên cuda de sekinîn.
Nîkol Paşînyan û Antonî Blînkên behsa pêvajoyên li Başûrê Kafkasya diqewimin, rewşa derdora Qerebaxê, bilindbûna rageşiyê kirin.
Aliyan tekezî li ser pêwîstiya aramî û aştiyê li navçeyê kirin û tekezî li ser çareserkirina giştalî ya kêşeya Qerebaxê di çarçoveya hevserokên Koma Mînskê ya OSCE de kirin û ev yek dê bibe alîkar ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de aştiya pêk were. Serokwezîrê Ermenistanê û wezîrê karên derve yê Amerîkayê li ser xêzkirin, xêzkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê, îmkana rakirina blokên peywendiyan li navçê û herwiha berdewamiya diyaloga navbera Ermenistan û Tirkiyê de, nêrînên xwe danustandin.
Her wiha behsa pêvajoyên di qada navneteweyî de diqewimin, rewşa Ûkraynayê jî hate kirin.