PoliticsTop

Azerbeycanê li dijî fermandarê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê kampanyayek destpêkir: Abrahamyan

Maşîneya propagandayê ya Azerbaycanê li dijî fermandarê hêzên aştiyê yên Rûsyayê Andrey Volkov dest bi kampanyayê kir. Parlamenterê Fraksiyona “Ez bi rûmet im” Tîgran Abrahamyan di axaftina xwe ya li Parlamenta Neteweyî de bi rojnamevanan re nêrînek wiha anî ziman.

Hêjayî gotinê ye ku di çapemeniya Azerbaycanê de gotegotên ku dibêjin aştîparêzên rûsî erka xwe tam pêk naynin, aliyê Azerbaycanê nerazîbûn nîşan dide.

“Ez nafikirim ku guhertinên radîkal di karên aştîparêzên rûsî de çêbûne, ku Azerbaycan bi awayekî objektîf nerazî be. Ev hemû ne ji ber bikêrhatina xizmeta aştiyê ya Rûsyayê, lê ji ber rewşa li derdora Ukraynayê ve girêdayî ye”: got Abrahamyan

Li gorî wî, gavên ku îro Azerbeycanê avêtine bi mebesta bêrûmetkirina rola Rûsyayê li Artsax û Kafkasya Başûr e. Li gorî Abrahamyan ev tê wê wateyê ku her ku ev krîz kûrtir bibe dê êrîşên li ser Rûsyayê jî zêdetir bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button