
“Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîev ji bo hilweşandin jiyana gelê Qerebaxê, her tiştî dike. Çend şerên Azerbaycanê li dijî Qerebaxê bi tevahî nefreta Alîev nîşan didin”: got Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Peter van Dalen di gotûbêja li ser wêrankirina mîrata çandî ya li Qerebaxê de.
“Operasyonên leşkerî û tirsandinê her roj berdewam dikin. Jiyana gelê Qerebaxê di xeterê de ye. Her roj bi fermana Alîev gulebaran, girtin û bêhejmar kiryarên din ên dijminane tên kirin. Herwiha gelek kesên winda jî hene. Goristan, avahiyên dîrokî, bîrdarî, dêr bi awayekî sîstematîk û bi zanebûn ji aliyê rejîma Azerbaycanê ve tên wêrankirin”: got Parlamenterê Parlamenta Ewropayê.
“Ev Meclîs di mijara vê tunekirina mîrateya dîrokî ya Qarabaxê de yekgirtî ye. Xala yekem a çareseriya me ya hevpar pir zelal e. Em bi tundî siyaseta Azerbaycanê ya tunekirina mîrata Ermeniyan li Qerebaxê şermezar dikin.
“Xala duyemîn a çareseriyê hîn bi hêztir e. Divê rayedarên Azerbaycanê dawî li siyaseta xwe ya nefretê ya li dijî Ermeniyan bînin” got Peter van Dalen.