SocietyTop

W CE XÖ’MS 12 dersdarê êzdî r’ewakirine

Seva emekê warê  t’erbetkirina xwendinêda r’êtî û 100-salîya çapkirinav elîfba “Þems”-e h’erfermenîva girêdayî W CE XÖ’MS-êda r’izma r’ewakirina 12 dersdarê ÿzdî qewimî. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Arsên Bag’dasaryanê midîrê serwêrtîya XÖ’MS da k’ivþê, wekî wezaret pêvajoya hînkirina zimanê miletê kêmjimare  Ermenîstanêda bilind qîmetdike û seva pêvajoyav baþkirina wesfa dersadyînê h’emû gavê îht’îmal mîaserdike.

          “Par pêvajoya atêstatkirina dersdaraye r’ezedilî hate cêr’ibandinê. Tê têr’adîtinê ewê isa jî seva dersdara mîaserkin, ê kö dersê zimanê miletê kêmjimar didin. Ew jî dikarin pêvajoya atêstatkirina r’ezedilî derbazvin, û dêmek, ij wan mecala k’arêk’evin, çi mecalê ew pêvajo dide”,- Bag’dasaryan da k’ivþê.

          Bi bawerîya H’esen T’emoyanê wek’îlê ÿla ÿzdîyaye þêwra civakîye r’ex wezîrê CE-î XÖ’MS-êda r’izm ya t’arîxîye. Bi gilîyê evî xilazîyê- dersê zimanê ÿzdîkî çil mek’t’evê merzê Aragasotnê, Araratê, Armavîrê, Kotayk’ê û þeherê  R’ewanêda têne dayînê, k’îjan k’omekê dide xweykirin û pêþdabirina zimanê ÿzdîkî.

          “T’ö welatekî dinîaêda, pêþtirî CE, merivê ÿzdî bi ÿzdîkîya zimanê dê xwendin nestendîye û nastîne. Me göman heye, wekî ÿzdî wê nîþanî dinîaêdin, wekî ew jî dikarin bêne t’e’lîmkirinê û xwendinê bistînin. Ew, çi Ermenîstanêda seva ÿla cime’ta ÿzdîya hatîye kirinê, t’ö welatekî dinda t’ine. Biratîya me îzbatîya vî h’emûþkîye, k’îjan t’ö p’areke t’arîxêda beqemnebûye”,- T’emoyan da k’ivþê.

          Evî xilazîyê isa jî paþda veger’ya ser pirsgirêka, safîkirina k’îjana bi bawerîya wî dersdayîna zimanê ÿzdîkî wê diha baþke- da k’ivþê, wekî xwendina p’ir’anîya dersdaraye p’êþek’arîyê yan bilind t’ine.

          “Ez pêþdanînê dikim bi hine destvaçûyînê dersdarê e’melda zanîngeha EDD-da qebûlkin, ê kö bi stendina xwendinê- dersdayîna zimên wê daynne ser h’îmê diha meh’kem. P’ir’anîya mek’t’evada  zimanê ÿzdîkî bi cûr’ê qelfa tê dayînê û pey dersar’a, k’îjan k’ardarîya dersdayînê ÿp’êceyî çetindike”,- ewî cödakir.

          Midîrê serwêrtîya XÖ’MS jî da bawerkirinê, wekî wezaret h’evsa xwe pirsgirêka û dengîkirina wan nake. Ewî binxetkir, wekî ew miqîm seva e’ne’nekirinê vekirî hazirin. Da k’ivþê- pirsgirêk bere-bere safîkirina xwe divînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button