
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 4’ê Adarê de bi însiyatîfa aliyê Îngilîstanê bi Wezîrê Dewletê yê nû yê ji bo Ewropa û Amerîkaya Bakûr Jêîms Clêvêrlî re bi telefonê axivî.
Hevdîtinan amaje bi 30 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Komara Ermenîstanê û Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Îrlanda Bakur kirin û diyar kirin ku di demên borî de ji bo pêkanîna peywendiyên dualî xebateke mezin hatiye kirin.
Di hevdîtinê de mijarên ewlekarî û aramiya herêmê hatin nirxandin. Wezîr Mîrzoyan rewşa ku ji ber şerê 44 rojan afirandiye û herwiha rewşa ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê derbasî nav axa Ermenîstanê bûne pêşkêş kir.
Ararat Mîrzoyan amaje bi pirsgirêkên mirovî yên bilez kir û tekez kir, ku Azerbaycan 38 girtiyên ermenî yên şer û sivîl dîl girtine û çarenivîsa bi sedan kesên winda ku di nav wan de bi dehan kesên bi zorê hatine windakirin, ne diyar e. Her wiha mijarên din ên rojeva navneteweyî jî hatin gotûbêjkirin