All NewsTop

Li stargehên Xarkovê hê jî gelek Ermenî hene

Li bajarê Xarkovê Ûkraynayê ku ermenî lê dijîn, rewş hê aloz e. Alîkarê Konsolosê Rûmetê yê Komara Ermenîstanê li Xarkovê Hamlêt Hovhannîsyan ji “Radiolur”ê re daxuyand ku niha jî malbatên Ermenî di stargehan de ne.

Li bajêr çend dikan hene, lê erzaq kêm dibe. Hovhannîsyan dibêje, ew zehmet e, lê dîsa jî mirov bi rê ve diçin, tevî ku çend kîlometran li ser otobana derveyî bajêr qelebalixiyek heye.

“Xarkov zerareke mezin dîtiye, binesaziyê, xaniyên niştecihan xisar dîtine. Di vê kêliyê de gelek pirsgirêk hê jî nehatine çareserkirin, pirsgirêka xwarin, derman, avê heye. Hin dikan bi roj vedibin, lê kelûmel hindik in, mirov neçar in li bendên dirêj bisekinin. Alîkarê konsulê dibêje: “Xelk hene ku nikarin ji stargehan jî derkevin û dikanan bikar bînin.”

Li gor gotina wî hejmareke mezin ji ermeniyan berê xwe dane Xarkovê, lê gelek kesên din jî li bajêr mane ku gelek pirsgirêk hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button