All NewsTop

Vahagn Xaçatûryan wek serokkomarê Ermenistanê hat hilbijartin

Vahagn Xaçatûryan ê ku ji aliyê Fraksiyona “Peymana Sivîl” a Meclisa Netewî ve wek namzet hat hilbijartin, ji bo Serokkomariya Ermenîstanê hat hilbijartin. Ji 107 parlementerên Meclisa Netewî 71 parlementer beşdarî dengdayînê bûn, sindoqên nederbasdar tune bûn. Deng bi vî awayî hatin belavkirin: 71 li hember 0.

Vahagn Xaçaturyan di tûra yekem de ji bo Serokomarê Ermenistanê nehat hilbijartin. Ji ber ku dengên pêwîst bi dest nexist di tûra yekem de nehat hilbijartin. Fraksyonên opozisyonê “Şerefa min heye” û “Ermenistan” beşdarî gotûbêjkirina pirsa hilbijartina serokomariyê, dengdanê nebûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button