PoliticsTop

Salixê h’alnivîsarê derheqa r’eqema êzdîyê r’evandî û azakirîda

Îdara xizmeta xilazkirina ÿzdîya, ê hindava de’îþ-êda r’evandî, k’îjan h’ökömeta K’ördistanêye neh’îyêva girêdayîye, salixê h’alnivîsarêye xilazîyêye derheqa r’eqema ÿzdîyê r’evandî û azakirîda belakirîye.

          E’lametîya îdarêda tê gotinê, wekî r’eqema ÿzdîya h’etanî dak’ötana de’îþ-êye li neh’îya Þengalê (Sîncar) û navdeþta Nînêvîayê 550 h’ezar merivbû, ij k’îjana 360 h’ezar pey ÿrîþkirinê tirsk’araye bêîsafr’a hatne cîgöhastinê, ij wan 150 h’ezar paþda veger’yane li Þengalê.

          E’lamîetîya îdarêda derheqa wê yekêda tê gotinê, wekî ç’ekdarê de’îþ-ê 68 îbadetgehê ÿzdîyaye olî xiravkirîye. 100 h’ezar ÿzdîya zêdetir ij Îraqê bi wesfa p’enabera k’oçkirine li welatê  avropî û  dinê-a’lemê.

          Nav e’lametîya xizmeta xilazkirina ÿzdîyê r’evandî tê gotinê, wekî 6417 ÿzdî hindava ç’ekadarê de’îþ-êda hatne r’evandinê, nav wê hejmarê 1207 mêr, 339 jên, 1505 zar’ê kör’în û 956 zar’ê qîzîn,  146 cinyazê r’evandî û köþtî hatne dîtinê. E’lametîya îdarêda hatîye destnîþankirinê, wekî 2719 ÿzdî hila hê hêsîrtîya tirsk’arê de’îþ-êdanin, ij wan 1274 mêr û 1445 jin.

          H’esavdarîya salixê h’alnivîsarê h’esavdive ya e’wil û paþwextîyê dikare bê safîkirinê. Çimkî encama silistîkirin û lênihêr’andina kirinê sûck’arîyêda diha gele sûck’arîyê de’îþ-êye miqabilî cime’ta ÿzdîya têne vedvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button