PoliticsTop

Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 28’ê Sibatê de, di çarçoveya civîna bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, bi Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Fîlîpo Grandî re hevdîtinek pêk anî.

Wan ji ber diyaloga ku di navbera Ermenîstanê û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin kêfxweşiya xwe anîn ziman. Wezîr Mîrzoyan destnîşan kir ku Ermenistan wek welatekî ku rasterast ji dersînorkirinên bi darê zorê bandor li wan kiriye, her tim piştgirî daye xebatên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parastina mafên mexdûrên koçkirina bi darê zorê.

Li ser mijarên mirovahî yên piştî şerê 44 rojî li Qerebaxa Çiya hatin afirandin, hat axaftin. Wezîr Mîrzoyan bal kişand ser pêwîstiya afirandina şert û mercên ji bo vegerandin û parastina mafên Ermeniyên ji Artsaxê ku ji ber êrîşên Azerbeycanê bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button