TopWorld

Iraq: Li gundê Hardanê yê Êzidiyan, gorên komî hatin dîtin

Roja 3ê Tebaxa 2014ê terorîstên DAIŞê êrişî Şingalê kirin û hemû gund û bajarokên derdora wê xistin bin kontrola xwe, lê tevî dîktatorî, barbarî û zilma xwe nekarîn çiyayê Şingalê kontrol bikin û ruhê gelê Êzidî bişkînin.

Çend sal berê hikûmeta Iraqê bi amadebûna xelkê êzîdî û rûhanî termên 104 şehîdên êzîdî yên gundê Koço ku bi awayekî hovane ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn îdamkirin, spartin axê.

Di vê mehê de bi amadebûna endamên Meclîsa Rûhanî, nûnerên hikûmetên herêmê, Saziya Şehîdan (Rêveberiya Sereke ya Parastina Gorên Komî) û malbatên qurbaniyan 7 gorên komî hatin vekirin. Ji bo nasnameya qurbaniyan û teslîmkirina cenazeyan ji malbatên wan re testa DNA hat kirin.

Têbînî ku gundê Hardan Al-Jarra ji hêla îdarî ve girêdayî Bakur Şengal e. Gund li bakurê rojhilatê çiyayê Şingalê ye.
Di Tebaxa sala 2014an de 361 kes ji xelkê vî gundî ketine destê terorîstên DAIŞê û piştre 230 kes ji wan hatin azadkirin, 131 ji wan hatin îdamkirin yan jî winda ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button