TopWorld

Konsulê Giştî yê Holandayê bi serkirdeyên Êzdiyên Iraqê re civiya

Konsulê giştî yê Holendayê li Hewlêrê Hans Akerbum serdana perestgeha pîroz a êzdiyan a Laleşê li Şêxanê kir û tekez kir ku, Hollanda dê berdewam be li ser piştevaniya êzîdiyên ku ji ber DAIŞê ziyan dîtine.

Akerbûm par serdan kir Mîr Hazim Tehsîn Beg ra, rêberê ruhanî yê êzîdiyên li Iraq û cîhanê, û Elî Eliyas Hacî Nasir ra, rêberê ruhanî yê nû, ku bi navê Bawe Şêx jî tê naskirin.

Hefteya borî, pisporên yasayî û çalakvanên êzîdî li Parlamentoya Holandayê li ser îhtîmala dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên ku di tawanên dijî êzîdiyan de beşdar bûne gotûbêj kirin.
Piraniya endamên parlemana Holendî vê dawiyê biryarek pejirand û tê de daxwaz ji hikûmetê kir ku tawanên li dijî civaka êzîdî bike nav delîlên ku li ser DAIŞê hatine komkirin.

Konsulê Giştî da zanîn ku Hollanda ji bo rizgarbûyên êzîdî yên ji qirkirinê gelek proje û bernameyan fînanse dike. Di nav de bernameyên girêdayî perwerdekirin û peydakirina derfetan ji bo ciwanên Êzidî di bazara kar de.

Di vê serdanê de her du aliyan li ser sektora çandiniyê û derfetên veberhênana çandiniyê li deverên êzdiyan jî gotûbêj kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button