Li bajarê Glendale yê Ştatên Yekbûyî dest bi avakirina muze û navendeke nû ya çandî kir. Ev projeyek e ku civaka ermenî ya bajêr bi dehan salan xeyala wê dikir. Agahî ji hêla Glendale News – Press ve hatî ragihandin. Abc7 radigihîne ku dê di demek nêzîk de li wir muzexaneyek were vekirin û tê de çîroka Ermeniyan û her weha destkeftiyên wan were vegotin.
Şaredara Glendale Pola Dêvayn, li ser projeyê got: “Ev gavek ber bi xewnek e ku dê di demek nêzîk de ji bo me hemûyan bibe rastî.”
Muzexane li Bulvara Colorado ye. Ew ê bibe maleke nû ji bo ermeniyên Amerîkî, ku mîrata wan tê de were pêşkêş kirin, û dê fersendê bide kesên din ku bi hev re têkilî daynin, bizanibin, fam bikin ka civata ermenî li Ştatên Yekbûyî li ser çi dijî.
Di muzeyê de pêşangehên daîmî û demkî yên ku ji bo Qirkirina Ermeniyan a sala 1915an a li Împaratoriya Osmanî hatiye veqetandin jî di nav de ye. Li muzeyê jî dê navendeke perwerdeyê hebe.
Beriya her tiştî muzexane dê ji nûnerên çand û ramana ermenî re bibe platformek.
Muzexane di havîna 2024 de vebe.