EconomicsPoliticsTop

Hevkariya bazirganî û aborî ya di navbera Ermenistan û Rûsyayê de her ku diçe geş dibe: Cîgirê Wezîr

Li Yêrêvanê forûmeke bazirganiyê ya Ermenî-Rûsî hat derbaskirin, li ser wê yekî peyman di 22ê kanûna pêşin, sala 2021an di çarçoveya 20emîn rûniştina komîsyona navbera hikûmetên Ermenistan û Rûsyayê ya hevkariya aborî de de hatbu îmzekirin .

Cîgirê wezîr Narêk Têryan silav li kesên amade kir û diyar kir ku hevkariyên bazirganî û aborî yên dualî yên di navbera Ermenistan û Rûsyayê de her ku diçe geş dibeu ev jî ji ber endamtiya Ermenistanê di Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de ye: “Bi vî awayî di sala 2019an da cara ewil di navbera welatên me da cîroya ticareta hevpar ji 2 milyar dolarî derbas bû û di sala 2021an da jî 2,6 milyar dolar cîroya bazirganiyê derket”.

Di axaftina xwe de cîgirê wezîr her wiha bal kişand ser wê yekê ku Ermenistan bi taybetî di warê sazkirina têkiliyên hevkariyê yên hilberînê de hevkariyên pîşesazî yên bi şîrketên Federasyona Rûsyayê re berfireh dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button