PoliticsTopWorld

Ermenistan welatekî qismî azad e: Rapora Freedom House

Ermenistan yek ji çar welatên qada piştî Sovyetê ye, ligel Ukrayna, Gurcistan û Moldova ku di nav dewletên qismî azad de ne. Ev yek di rapora salane ya Freedom House de tê gotin, ku di 24ê Sibatê de hate weşandin.

Di raporê de tê gotin: “Ermenistan, piştî şerê bi Azerbeycanê re di sala 2020’an de hîn di rewşeke xeternak de ye, lê kodek nû ya hilbijartinê pejirand, ku dê şefafî û dadperweriya hilbijartinan baştir bike.”

Hat tekez kirin, ku hilbijartinên pêşwext ên parlemanî yên sala borî “sîstema siyasî heta radeyekê aram kir”.

Gurcistan, ku li gorî Freedom House, yek ji pêşengên asta demokratîkbûna Avrasyayê ye, di sala 2021’an de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Bi taybetî em behsa zêdebûna bûyerên tehdîdkirina çalakvanên muxalîf, rojnamevan û endamên civaka LGBT dikin.

Pisporên Freedom House diyar kirin: Azerbaycan yek ji 16 welatên herî ne azad yên cîhanê ye û piştî Çîn, Lîbya, Myanmar û Yemenê di warê mafên siyasî û azadiyên sivîl de di rêza duyemîn de ye.

Tirkiye jî ji aliyê aktîvîstên mafên mirovan ve weke dewleteke ne azad hatiye tomarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button