PoliticsTop

Dibe ku Tirkiye û Azerbaycan der barê civakên ermenî yên Rûsya û Ûkraynayê de dezînformasyonan belav bike

Rageşiya Rûsya û Ûkraynayê jî di qada agahdarkirinê de didome, ji êrîşên hakeran ên li ser malperên fermî heta belavkirina agahiyên curbecur.

Ev rewş dikare bandoreke çawa li Ermenîstanê bike? “Radyolur” bi pisporê ewlehiya agahdariyê Samvel Martirosyan re axivî.

“Îro kes nikare pêşbînî bike ku dê di hefteyekê de li cîhanê çi bibe. Li ser Ermenîstanê em dikarin senaryoyên cuda ji yên herî reşbîn heta bi îstîqrar derxînin, li vir divê em li bendê nemînin ku tiştek bibe yan nebe, lê divê em amade bin, ji ber ku bi kêmanî dê hin hewldan bên kirin. Pêşbîniya herî standard ya ku Tirkiye û Azerbeycanê dikarin ji bo çêkirina aloziyê di qada agahdariyê ya Ermenistanê de bikar bînin, çêkirina sextekariyên cûrbecûr, belavkirina dezînformasyonên li ser Ermenîstanê li hember paşperdeya rewşê, an belavkirina dezînformasyonên li ser civatên ermenî yên li Ukrayna û Rûsyayê ye”: got Samvel Martirosyan .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button