SocietyTop

35 hezar dozên derziya “Moderna” ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ve hatiye dayîn li Ermenîstanê ye

Alîkarê Balyozê Yewnanîstanê yê Ermenîstanê Emanuel Asîmakopoulos di 24ê Sibatê de 35 hezar dozên derzîlêdana “Moderna” ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ve hatibû dayîn, bi fermî radestî Ermenîstanê kir. Ev ji aliyê Balyozxaneya Yewnanîstanê ya li Ermenîstanê ve hat ragihandin.

“Ez dixwazim kêfxweşiya xwe ya mezin bi qedandina serketî ya vê bernameya bexşînê ya 35,000 dozên derzîlêdana “Moderna” îro diyar bikim. Ji ber vê yekê, em bi pratîkî alîkariya hevalên xwe yên ermenî di şerê li dijî COVID-19 de dikin.

“Di vî warî de ez dixwazim spasiya Wezaretên karên derve u Wezaretên tenduristiyê yên Ermenistanê bikim ku ji bo pêkanîna serketî ya bernameya hevkariya me ya nimûneyî piştgirî kirin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button