PoliticsTop

R’ewanêda xevata r’ûniþtinê encomanê serecivata “Êvranêst’”-êye þêwirxana qewimîye

T’ev k’îjana dibûn dêpûtatê þêwirxanê ij welatê  hevalk’arîya R’ohlatê- Ermenîstanê, Adrbêcanê, Görcistanê û Ûkraînîyaê, lê isa jî þêwirxana Avropî.

          Pey erêkirina r’ojevêr’a encomaga serecivata “Êvranêst’”-êye þêwirxanaye pirsê sîasîyê, heqê mêriv û pirsê dnêmokratîyayêda e’ne’nekirina bi t’êma “Bêqezîabûna dinîasîasîyê Qefqasîya Ce’nûibêda” qewimîye.

          Wexta e’ne’nekirina pirsê Hêlmût Koykûyê endamê Þêwra Avropayê paþda veger’yaye ser miqabilîhevbûna QÇ’. Bi gilîyê wî- þer’ê sala 2020-î h’al neh’îêda carekêva göhastîye. Ewî e’lamkirîye, wekî isa jî þanda Adrbêcanê t’ev xevata serecivata “Êvranêst’”-êye þêwirxana dive. Wê h’emtêk’stêda Hêlmût Koykû göman e’lamkirîye, wekî pey þêr’r’a serdana e’wile li Ermenîstanê û t’evbûna li xevata serecivatê wê k’omekê bide pêkhatina  h’alê hevdöserwextbûnê û ît’barê.

          Marîa Karapêtyana serk’ara þanda C CE M-êye serecivata “Êvranêst’”-êye þêwirxanada binxetkirîye, wekî pirsa miqabilîhevbûna QÇ’ hila hê safînebûye. Ewê  wergirtina dilqeçîyê ort’emiletîyêye pirsa safîkirina miqabilîhevbûnêda destnîþankirîye û erêkirina e’dlaya meh’keme miqîmî  neh’îyêda ferzkirîye. Marîa Karapêtyanê pirsê hêsîrê e’skerîyê, ê kö Adrbêcanêdanin û paþdaveger’andina kesê dine têne xweykirinê, xweykirina mîrat’a medenyetîye Arsaxêda kirîye dengî.

          Marîna Kalyûranda serk’ara þanda bi pirsê eleqetê t’ev Qefqasîya Ce’nûbêye þêwirxana Avropayêda gotîye: “Îznê bidin ze’f safî bêjin, wekî þêwirxana Avropayê encamê þêr’ nasnekirîye. Me safî e’lamkirîye, wekî  þer’ t’ö wexta nikare h’esavve safîkirina qebûlkirinê. H’erke em r’astî derheqa e’dlaya meh’kem, we’dedirêjada xeverdidin, dêmek bi hevr’axeverdana- goveka k’oma T’BHA Mînskêda, dikarin bigihîjne wê yekê”.

          Wexta e’ne’nekirinê fikir dora pirsê meh’kemî û bêqezîabûna neh’îyê û ort’emiletîyêda, pêþdaçûyînê neh’îyêda, bêh’esarkirina r’ê-dirbê p’evgirêdanê, sînorxetkirin û sînorcödakirina sînorê ermenî-adrbêcanî, cotxeverdana navbera Ermenîstanê û T’irkîaêda hatne p’evgöhastinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button