
Serokwezîr Nikol Paşînyan, heyeta ku di serokatiya Parlamenterê Ewropayê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Euronestê Andrîûs Kûbîlîûs de bû, kir.
Serokwezîr lidarxistina rûniştinên Buro û Komîteyên Meclisa Parlamenteran a Euronestê li Êrîvanê silav kir û destnîşan kir ku ew ji bo pêşxistina hevkarî û diyalogê platformeke girîng in. Nîkol Paşînyan bal kişande ser wê yekê ku Yekîtiya Ewropayê yek ji şirîkên potansiyela welatê me ye û tekezî li ser hevkariyên heyî yên ji bo pêkanîna bi bandor a reformên demokratîk kir.
Di hevdîtinê de, di derbarê mijarên ewlekarî û îstiqrara navçeyî û navdewletî de nêrînên aliyan hatin gotûbêjkirin. Serokwezîr Paşînyan derbarê geşedanên li herêmê, vekirina rêyên ragihandinê, xêzkirina sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, diyaloga di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de helwestên Ermenîstanê pêşkêş kirin.